Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lihevhatina HSD û Hikûmeta Sûrî Tê Çi wateyê?


Piştî artêşa Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayî wê operesyona leşkeri dijî bakurê Sûrîye da destpê kirin.

Rêveberîya Amerîka biryara bi temamî vekişandinê jî bakurê Sûrîyê da. Li hember vê yekê Kurdên Sûrîyê ku peşêngtîya wan Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) dikin, bi rêveberîya Şam’ê re lihevhatinek leşkerî çêbû.

Nivîskar Îlhamî Işik li ser lihevhatina Şam û HSD’ê jibo Dengê Amerîka nirxand. İşik dîyar kir ku ev lihevhatin ne daxwaza yêkan ya HSD bû.

“Heta niha ti girjîyeke mezin di navbera Kurdên Sûrîye û reveberîya Şamê de çênebibû. Lê heta niha lihevhatineke wiha jî nebû. Kurdan şerê dijî DAIŞ’ê bi Amerîka dikir. Piştî Amerîka rê li ber operesyona Tirkîye vekir, gava duyan ku lihevhatinek birêveberîya Şamê re hat çêkirin. Têkilîyên Kurdan û Amerîka zêdetir li bingeheke leşkerî xuya dikir. Lê têkilîyên Kurdan û Sûrîyê xuya dike ku hem leşkeri hem jî sîyasî ye.”

MEB_15_10_2019_Operesyon_Tirkiye_Suriye
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00


XS
SM
MD
LG