Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îlham Ahmed Hewlên de Mistura û Rûsyayê bo Sûrîyê Dinirxîne


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê Staffan de Mistura do li Cenevre ji rojnamevanan re got ku ew ji danûstandinên aştîyê bi hêvî ye.

De Mistura got, eger civata navnetewî saleke din li hember kêşeya mirovahî li Surîyê bêdeng bimîne, hinge encamên hîn xirabtir derkevin meydanê.

Endama Rêvebirîya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ahmed, di hevpeyvîna Dengê Amerîka de hewlên de Mistura dinirxîne û ser konferansên Qahîre û Moskow nêrînên xwe dîyar dike.

Birêz Ahmed dibêje, tevî ku bendewarîyên wan li ser plana de Mistura ne zêde bin jî, hewlên wiha erênî ne.

Ahmed dide zanîn ku Kurd wek Rêvebirîya Xweser bi fermî ji kombûnên Qahîre û Moskow re hatine vexwandin û ew yek jî hêza Kurdan nîşan de.

Îlham_Ahmed_1_16-15
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:45 0:00

XS
SM
MD
LG