Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka MSD'ê Ahmed: Rola Amerîka li Sûrîyê Girîng E


Karbidesteke bilind ya Kurd ji Associated Press (AP) re dibêje ku divê rola Amerîka li Reqa, bi azadkirina bajêr ji destê DAIŞ’ê sînordar nebe û Amerîka piştî rizgakirinê jî bo îstiqrar û aramî, wek garantor li herêmê bimîne.

Hevseroka Meclîsa Sûrîya Demkratîk (MSD) Îlham Ahmed got ku hewlên Kurdan ya cîhanîna ewlekarîya bajêr, pêdivî bi piştgirîya Amerîkî ya sîyasî û diravî heye.

“Ku Amerîkî dixwazin ewlehîya van herêman û ya welatê xwe biparêzin, divê di nûveavakirina Sûrîyê de jî rola xwe bilîzin,” Ahmed li bajarê Kobanê ji AP re got.

MSD, baska sîyasî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye ku niha li Reqa şer dike ku bajêr di destê DAIŞ’ê rizgar bike.

XS
SM
MD
LG