Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro Çarşemê ji Fox TV re ser erdheja pêkan ya li bajêr axifî.
Îmamoglu dîyar kir ku berî ew dest bi bajarvanîya Stenbolê bike şaredarîyê 40-50 hezar avahîyên bi rîsk tomar kirine.
‘’Li gor xebatên me, niha yên giran, yên bi xisar, yanî yên rîska wan ya hilweşînê heye 90 hezar avahî ne’’ Îmamoglu got.
Wî dîyar kir ku wan hay jê heye ku divê ew demûdest tevbigerin.
Bajarvanê Stenbolê dîyar kir ku divê bo avahîyên bi rîsk mekanîzmeyek wisa mezin çêbe ku walîtî, wezaret û şaredarî kanibin bi hev re bixebitin.
Îmamoglu dîyar kir ku ev rewişeke demûdest û awarte ye û divê ew bilezînin.
Piştî erdhejên Mereşê, pispor niha hişyarî didin ku ew li bendê ne ku li Stenbolê jî erdhejeke mezin çêbe.
Jêder: Fox TV