Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu Mazbata Xwe Ya Jibo Bajarvanîyê Stand



Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku jibo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê jinûve berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) bû, di merasîma mazbatayê de dîyar kir ku ew jiber serketinê serbilind e.

"Mazbata ya 16 mîlyon Stenbolîyan e û wan daye min. Qîmeta wê zêde ye, berpirsîya wê mezin e."

Wî dîyar kir ku ew hêvî dike ku di dewra nû de ew li Tirkîyê sîyaseteke rêzdar û aştîyane bibînin.

Îmamoglu di hilbijartinan de bi 51,14 ji sedê dengan bi ser ket.

Hevrikê wî yê li pêş, berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Murat Kurum 39,59 ji sedê dengan sitand.

Pisporên sîyasetê û kompanîyên anketan dibêjin ku beşeke mezin ya hilbijêrên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî dengên xwe dane Îmamoglu.

Berbijara Bajarvanîya Stenbolê ya DEM Partî Meral Daniş Beştaş 2,12 ji sedê dengan sitandibû ku wê jî piştî hilbijartinan dîyar kir ku Îmamoglu bi dengên wan bi ser ketiye.

CHP û DEM Partî li Stenbolê ti tifaqa fermî ranegihand, lê AKP dîyar dikir ku her du partî jibo serketina Îmamoglu "hevkarîyeke veşartî" dimeşînin.

Hin pisporên sîyasetê dibêjin Îmamoglu bi bandora xwe ya li ser alîyên ji hev cihê dikare bibe serokê welêt yê siberojê.

Îmamoglu di hilbijartina 2019’an de bi ser ketibû û bajarvanî piştî desthilata 25 salan ya AKP’ê û pêşengên wê yên Îslamî xistibû bin kontrola CHP’ê.

Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG