Breaking News

Îmamoglu ser Pêvajoya li Tirkîyê Dibêje Ew Piştgirîyê Dide Aştîyê

Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Şaredarê berê yê Stenbolê yê zindankirî Ekrem Îmamoglu bi nameyekê ragihand ku ew piştgirîyê dide pêvajoya aştîyê li Tirkîyê.

Îmamoglu, ku Adara 2025'an hat girtin û ji bajarvanîya Stenbolê hat dûrxistin, got ew piştgirîyê nade desthilatê, lê destekê dide aştî û aramîyê.

Nameya Îmamoglu do Înê li ser Îlke TV’yê hat weşandin.

Berî nameya Îmamoglu, partîya wî Yenî Partîyê ragihandibû ku ewê beşdarî komîsyona şopandina pêvajoya aştîyê nebe.

Serokê Yenî Partîyê Ozgur Ozel gotibû jiber ku desthilata Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) gavên demokratîkbûnê neavêtine wan biryareke wisa daye.

Îmamoglu di nameya xwe da ser girîngîya demokratîkbûnê rawestîya û got: "Pirsgirêka Kurdan jixwe ti carî nebûye dosyeyeke wisa ku bi çekdanînê were girtin."

Wî dîyar kir ku di pirsgirêka Kurdan de tevî nasnameyê, kêşeyên wekhevî hene û got divê di sîyaseta demokratîk de qeyum tune bin.

"Hûn ji mirovan re dibêjin êdî kêşeyên xwe bi sîyaseta demokratîk çareser bikin. Paşê gava ew mirov diçin ser sindoqan û bajarvanên xwe hildibijêrin, hûn li şûna wan qeyuman erkdar dikin. Baş e, ka ew mirov wê bi çi bawer bikin?" Îmamoglu got di nameyê de.

Bi berdewamî Îmamoglu dîyar kir ku ewê ligel hev bisekinin û li deng û zimanên hev xwedî derkevin.

Îmamoglu, ku Yenî Partî ser wî dibêje namzedê serokomarîyê ye, di nameyê de derbarê komîsyona şopandinê rasterast tiştek negot.

Rayedarên DEM Partîyê, ser biryara Yenî Partîyê bang li wê kiribûn ku ji danûstandinên ser aştîyê dûr nesekine.

Yenî Partî, mehên havînê bi 90 parlemanterên ji Partîya Gel ya Komarî (CHP) vekişîyan hatibû damezirandin û niha li meclîsa bi 600 kursî opozîsyona serekî ye.

XS
SM
MD
LG