Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu: Emê Erdogan Hêdî Hêdî Karkenar Bikin


Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro Çarşemê got ku ew hazirîyê dikin Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ‘’hêdî hêdî’’ karkenar bikin.

Îmamoglu dîyar kir ku Erdogan dixwaze hikûmet û bajarvanî yên heman partîyê bin û di bin kontrola wî de bin.

‘’Dibêje divê hikûmet û bajarvanî ji heman partîyê bin, hele tu li wî binêre! Wê gavê werin em hilbijartinan jî çênekin, bila muxtar jî herin li malê rûnin. Dixwaze ku em her tiştî bidin wî.’’

Wî got ku bi salan hikûmet û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Stenbol bi rêve birine, lê wan guh nedane bajêr.

Îmamoglu dîyar kir ku di dewra wî de bajêr pêşve çûye, paqijtir bûye û ewê di hilbijartinên 31’ê Adarê de careke din serfiraz bin.

Bajarvanîya Stenbolê di hilbijartinên 2019’an de ket destê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ku wê demê partîyên din yên muxalefetê jî piştgirî dabûn berbijarê wê Îmamoglu.

Berbijara Bajarvanîya Stenbolê yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş do Sêşemê dîyaribû kir ku Îmamoglu sala 2019’an bi saya piştgirîya wan bi ser ketiye.

“Her kes dizane ku di serketina Îmamoglu de para piştgirîya Kurdên li Stenbolê heye, lê gava li ser bajarvanîyên me qayum hatine danîn wî qet bertek nîşan neda,” Beştaş gotibû.

Jêder: X, VOA

XS
SM
MD
LG