Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu jibo Bajarvanîya Stenbolê Jinûve Berbijarîya Xwe Radigihîne


Serokê bajarvaniya Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro Sêşemê ragihand ku ewê jibo hilbijartinên herêmî yên 2024’an jinûve bibe berbijar.

Navê Îmamoglu jibo seroktîya Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî tê gotin.

Îmamoglu piştî hilbijartinên Gulana 2023’an jibo CHP ya ku mezintirîn partiya opozisyone li Tirkîyê banga guherîna berfireh kiribû.

‘’Kî li Stenbolê bi ser keve wê li Tirkîyê jî bi ser keve. Jibo min gotineke girîng e ev.’’

Wî got ku çareserîyên jibo Stenbolê çareserîyên seba Tirkîyê ne û dîyar ku her du girêdayî hevdu ne.

Bajarvanê Stenbolê dîyar kir ku ewê wek sala 2019’an hem bi dildarên CHP’ê û hem jî bi alîgirên partîyên din re bimeşe.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî vê hefteyê dîyar kiribû ku ewê di hilbijartinên herêmî de bajarên emanet jinûve bistînin û dest bi xizmetê bikin.

Bajarên mezin yên Tirkîyê yên wek Îzmîr, Enqere û Stenbolê di destê opozisyonê de ne.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG