Ekrem Îmamoglu, ku li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî li Stenbolê bi ser ketiye, dîyar kir ku ew êdî dixwaze dest bi karê xwe bike.
Îmamoglu, di hilbijartinê de berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) bû û li gor encamên nefermî ji berbijarê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Bînalî Yildirim zêdetir deng sitandibû.
Wî da zanîn ku jiber nîqaşên ser encamên hilbijartina Stenbolê ‘’mijarên girîng ên navneteweyî têne paşguh kirin’’
Îmamoglu got ku peywendîyên bi Amerîka û Rûsya re jî li derveyî rojevê dimînin û bang li Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) kir ku biryarê bide û ser ‘’rêwabûna encamên hilbijartinê nîqaşan çêkirin nede’’