Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu Careke Din Wek Bajarvanê Stenbolê Hat Hilbijartin


Piştî Komîsyona Bilind Ya Hilbijartinan (YSK) biryara dubarekirina hilbijartinên Stenbolê da, Stenbolî careke din çûn ser sindoqan û Ekrem Îmamoglu wek bajarvanê nû hilbijartin.

Îmamoglu ku berbijarê Tifaqa Mîllet e, di hilbijartina 31ê Adarê de 13 hezar û 729 deng zêdetir jî berbijarê Tifaqa Gel Bînalî Yildirim standibû û di vê hilbijartinê de ev ferq bû pirtir ji 800 hezaran.

Îmamoglu, 4 mîlyon û 868 deng anku 54,21 ji sedê dengan û Yildirim jî 3 mîlyon û 935,453 anku 44,99 ji sedê dengan wergirt.

Dîsa, rêjeya dengdayînê di vê hilbijartinê de di asteke bilind pêk hat. 8 mîlyon û 925,063 hilbijêr çûn ser sindoqan ku wateya wê 84,4 ji sedê hilbijêran tomarkirî dengên xwe bi kar anîn û 178,599 deng jî şewitîn anku hatin betal kirin.

Di encama hilbijartinê de Îmamoglu li 28 ji gîş 39 bajarokên Stenbolê di rêza yekê de hat.

Serokê YSK'ê Sadî Gûven ragihand ku hemî deng hatin jimartin û piştî peyvajoya îtîrazan, Îmamoglu dê destûrnameya xwe wergire.

MEB_06_24_2019_Ist_Election
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:01 0:00

XS
SM
MD
LG