Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Îmamoglu Dest bi Kar Kir, Sekreterê Giştî û Cîgirên Wî Karvekişîna Xwe Ragihandin


Sekreterê Giştî yê Bajarvanîya Stenbolê Hayrî Baraçli tevî 6 cîgirên xwe û şêwirmendê hiqûqî karvekişîna xwe ragihand.

Baraçli ew karvekişîn îro Înê ji Twitterê eşkere kir.

Ekrem Îmamoglu do Pêncşemê destûrnameya xwe wergirtibû û dest bi kar kiribû.

Baraçli di daxuyanîya karvekişînê de da zanîn ku ew dixwaze rê li ber rêvebirîya nû veke ku bi tîma xwe re bixebite.

Hêjayî bîrxistinê ye, Îmamoglu di hilbijartina 31’ê Adarê û dûre di ya di 23’yê Hezîranê de bi ser ketibû.

Hilbijartina 31’ê Adarê li ser daxwazên pêdeçûnê yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hatibû betal kirin.

XS
SM
MD
LG