Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu: Biryara YSK'ê Ez Şaş Nekirim


Berbjiarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dîyar kir ku biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya ser betalkirina hilbjiartina 31’ê Adarê ew şaş nekiriye.

Îmamoglu ji kanala CNN Turk re da zanîn ku bi biryara betlakirinê re, ew li ser navê demokrasîyê hêrs bûye.

Wî da zanîn ku berî hilbijartina 31’ê Adarê li hember wî berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Stenbolê Bînalî Yildirim hebûye lê piştre ew guherîye.

Berbijarê CHP’ê bi berdewamî dîyar kir ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îdia kiriye ku wan deng dizîne, lê wî got ku ‘’Min xêncî dilan tiştek nedizî.’’

XS
SM
MD
LG