Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro Sêşemê li bajarê Bolu bang li hilbijeran kir ku dengên xwe nedin partîyên biçûk.
Îmamoglu di mîtînga Hevpeymanîya Netew de bal kişand ser berbijarê Partîya Memleketê, Muharrem Înce, ku gelek pispor dibêjin dengên berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu parçe dike.
Wî got ku divê her kes li siberoja dewleta xwe xwedî derkeve û dengan parçe neke.
Înce do Yekşemê bang li Hevpeymanîya Netew kiribû ku ji hilbijartinan vekişe û piştgirî bide wî, tevî ku Kiliçdaroglu di piranîya anketan de li pêş Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rêza yekê de xwane dibe.
Îmamoglu ser bûyerên li Erziromê got ku ewê wan kesên ku tilîyên wan di êrîşa dijî wî de hene, bibînin.
"Ew bûyerên ku li bajarê Erzîromê qewimîne zarar nedaye dostanîya me ya bi şênîyên wî bajarî."
Îmamoglu, ku sîyasetvanekî girîng yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye, di kempeyna hilbijartinê de roleke girîng dilîze û ger Kiliçdaroglu serfiraz be, li ber e ku bibe cîgirê wî.
Jêder: CHP