Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Kurd Êrîşa Ser Îmaratê Şermezar Dikin


Abu Dhabi
Abu Dhabi

Piştî ku Abu Dabî roja Duşemê rastî êrîşên bi firokên bê firokevan hat, berpirsên Kurd bi tundî ew êrîş şermezar kirin û hevsozî û piştevaniya xwe bo dewleta Îmaratan da diyar kirin.

Di encama êrîşeke gumankirî ya bi dronan de li Abu Dhabi paytexta Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat)an, Duşemê 3 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn, di wê demê de ku serhildayên Yemenê operasyonên leşkerî dijî Îmaratê ragihandbû.

Polîsên Abu Dhabi eşkere kir ku her 3 kes di dema peqîna sê tankên petrolê li nêzîk navendeke kompanîya petrolê ya ADNOC’ê hatin kuştin. Li gor desthilatdaran, du qurbanî welatîyên Hindistanê bûn û yê din jî ji Pakistanê bû. Ji bilî wê jî, agirek li cihekî nêzîkî firîngeha Abu Dhabi pêk ket.

Serhildayên Husî li Yemenê ku Îran piştgirîya wan dike ev êrîş nexistin stûyê xwe. Lê berdevkekî leşkerî yê Husîyan “operayoneke leşkerî” li Îmaratê ragihand.

Jiber ku Îmarat welatekî bi ewle û navendeke cîhanî ya bazirganî û karsaziyê ye, ew êrîş ji aliyê pirraniya welatên cîhanê û Netewên Yekbûyî ve hat şermezar kirin.

Lîderên Kurd li Îraq û Sûriyê bi rêya daxuyaniyên di twîterê de ew êrîş şermezar kir. Fermndarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê Mazlûm Ebdî bi rêya twîtekê got, "armanc girtina saziyên sivîl li welatê Îmaratan bi rêya firokên bê firokevan (dronan) kareke dibe gef li ser ewlekarî û aramiyê li herêmê."

ُEbdî got, Em li gel Îmaratan radiwestîn û piştgîriya xwe diyar dikin li dij wan êrîşên welat rast hatiyê.

Mazûlm Ebdî herwiha daxwaza saxlemî û başbûna birîndaran kir û xembariya xwe bo qurbaniyên êrîşê ragihand.

Serokê Herêma Kurdsitana Îraqê, Nêçîrvan Barzanî reaksyon derbarê êrîşa ser Îmaratan nîşan da û bi rêya hesaba xwe ya fermi ya twîterê ragihand û got "Em êrîşa teroriîstî ya ku ciyên sivîl li Abu Dhabî, li welatê Îmaratên Erebî pêkhatî şermezar dikin."

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, ev êrîş binpêkirinek eşkere ya qanûna navnetewî û têkdana ewlekarî û aramiyê ye li herêmê.

N. Barzanî li dawiya daxuyanî hevsoziya xwe ji bo qurbaniyan dide diyar kirin û daxwaza çakbûnek bilez bo birîndaran dike.

Li aliyek din Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Masrûr Barzanî, êrîşa ser Îmaratan şermezar kir û di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de got "Em bi tundî êrîşa têkder ya terorîstî ku Abu Dhabî armanc girtîye şermezar dikîn." Masrûr Barzanî dîsan dibêje ev têkdaneke metirsîdare û parçeke ji têkdana aramiya li herêmê.

M. Barzanî dibêje, Herêma Kurdsitanê bi hikûmet û gel ve li aliyê Îmaratên Yekbûyê yên Erebî radiweste û hevsoziya xwe bo qurbaniyên êrîşê radigihîne.

Ji hejî bîrxistinê ye ku doh Sêşemê weke bersivdana êrîa ser Abu Dhabî, hevpeymaniya Erebî ya bi pêşengiya Erebistana Saûdî êrîşên esmanî li Yemenê pêkanîn û hat ragihandin ku êrîş li dij bingehên çekdarên Husî pêkahtine û berpirsekî Husiyan bûye armanca êrîşan.

Ajansa Reuters dide zanîn ku nêzîkî 14 kes di êrîşên se Sanaa de hatine kuştin, dema firokên hevpeymanan êrişî mala berpisekê payebilind yê Hûsîyan kirî ku hevjîn û kurê wî di malê de bûn, weke cîran dibêjin.

Reuter hin dîmenên êrîşa esmanî ya hevpeymaniya Erebî bi pêşengiya Erebistana Saûdî bo ser bajarê Sanaa, paytexta Yemenê weşandin ku tîmên rizgar kirinê, qurbaniyên erîşê li jêr xirbeyan dertînin.

XS
SM
MD
LG