Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IMF: Krîza Rojhilata Navîn Dibe Sedema Paşveçûna Aborîya Cîhanê

Rêxistina Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) îro Sêşemê ragihand ku nakokîyên li Rojhilata Navîn metirsîya bilindbûna enflasyonê û kêmbûna pêşveçûna aborî ya îsal zêde dikin.

IMF di raporta xwe ya nû de diyar kir ku dê pêşveçûna aborîya cîhanê îsal hinekî lawaz bibe. Li gor texmîna IMF’ê, aborîya cîhanê ya ku sala 2025’an 3,4% bû, dê sala 2026’an dakeve 3,1% û sala 2027’an jî bibe 3,2%. IMF dibêje ev texmîn li ser wê yekê hatine kirin ku şer û alozî "kurt û sînordar" bimînin.

Ev raport di demekê de tê ku karbidestên Amerîkî bawer dikin ku tevî operasyonên li Îranê, dê buhabûn li Amerîkayê her dakeve.

IMF ragihand ku di sala 2026’an de dê buhayê enerjî bi rêjeya 19% zêde bibe û rêjeya enflasyonê jî bigihêje 4,4%.

IMF hişyarî da ku eger Tengava Hormuzê girtî bimîne û zirar bigihêje parzûngehên petrolê, dê aborîya cîhanê ji bo demeke dirêjtir têk biçe.

Rêxistina navnetewî ku bingeha wê li Washingtonê ye, got ku eger rewş xirabtir bibe, dê geşedana aborî îsal dakeve 2,5% û enflasyon jî derkeve 5,4%.

Tobias Adrian, ku karbidestekî payebilind ê IMF’ê ye, diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn bandoreke nebaş li bazarên darayî yên cîhanê dike.

Wî destnîşan kir ku guhertinên di buhayê petrolê de enflasyonê li seranserê cîhanê zêde dikin. Adrian herwiha hişyarî da ku deynên zêde yên dewlet û kesan aborîya cîhanê hîn lawaztir dikin.

IMF’ê ragihand ku geşedana aborîya Amerîkayê îsal dê dakeve 2,3% û ya Brîtanyayê jî dê bibe 0,8%. Herwiha hat texmînkirin ku aborîya Çînê 4,4% û ya Hindistanê jî 6,5% geşe bike.

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent roja Sêşemê got ku ew bawer e enflasyon li Amerîkayê dê dakeve. Bessent herwiha got ku sazîyên darayî yên navneteweyî di texmînên xwe yên derbarê kêmbûna geşedana aborîyê û zêdebûna enflasyonê “zêde bertek nîşan dane.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG