Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Welat û Rêxistin Dîsa Soz Didin Koçberan Baştir Biparêzin


Di daxuyaniyekê de ku roja Îniyê hat weşandin, bi dehan welat û rêxistinên nehikûmî soz dan ku baştir berevaniyê li mafên mirovan bikin û danûstandina bi koçberan re baştir bikin, di çarçoweya Peymana Cîhanî ji bo Koçberiya Ewle, birêkûpêk û rêkxistî de, ku danîna wê di sala 2018 de pêşkeftineke sînordar pêk anî.

Ev daxuyanî di encama kombûna vê hefteyê li New Yorkê de, ku ji bo nirxandina pêşkeftina di cîbicîkirina vê peymana navneteweyî de hatibû organîzekirin, hat ragihandin.

Daxuyanî tekezî li ser biryardariya beşdarên xwe dike ku "hevkariya li ser koçberiya navnetewî bi hemû aliyên wê xurt bikin, û li ser pêşkeftinên ku di cîbicîkirina hemû aliyên Peymana Cîhanî ya ji bo Koçberiya Ewle, Birêkûpêk û Rêkxistî de hatine bidestxistin, gotûbêj û parve bikin."

Serokê Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî, Ebdullah Şehîd di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ku zêdetirî 281 milyon koçber li gerdûnê dijîn, ku 3.6% ji nifûsa cîhanê ne.

Wî got, "Civaka navnetewî berpirsiyar e li dor garantîkirina û parastina mafên mirovî yên hemû kesan."

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Rêxistina Cîhanî ya Koşberiyê(IOM) Antonio Vitorino lê mukur hat ku peymana gerdûnî ya ji bo koçberiya ewle, rêkûpêk û bi rêkxistî bûye sedema "pêşkeftineke ne hevseng".

Vîtorîno da zanîn ku "pêdivî bi mûçeyeke zêde heye", bi taybetî di warên "rêzgirtina mafên mirovan, gihîştina xizmetên bingehîn û pêşxistina alternatîvên ji bo girtina koçberan, bi taybetî ji bo rizgarkirina jiyana wan".

Peymana Gerdûnî ya ji bo Koçberiya Ewle, Birêkûpêk û Rêkxistî heta dawiya sala 2018an ji aliyê zêdetirî 150 welatan ve hatiye erêkirin.

Di Foruma Neteweyên Yekbûyî de serokên siyasî, nûnerên civakên sivîl, komên dîaspora, sektora taybet, zanîngeh, sendîka û parlemento hatin cem hev.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG