Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Têkçûna Bernivîsa Koçberîyê, Çarenivîsa Alîkarîya Ukrayna û Îsraîl Çi Ye?


Avahîya Kongresa Amerîkî.
Avahîya Kongresa Amerîkî.

Civata Senatoya Amerîkî nikarîbû roja Çarşemê bernivîseke ji alîyê herdu partîyan ve erê bike, ku mebesta wê asêkirina koçberîya ser sînorê Amerîka û Meksîkayê bû. Beşek ji wê bernivîsê dê rê daba alîkarîya leşkerî bo Ukrayna û Îsraîlê jî.

Ev bûye demeke dirêj ku qanûndanerên Komarî li Kongresê daxwaza siyasetên tundtir dikin da ku rê li ber hatina koçberan ber bi Amerîkayê ve bigirin. Lê di dawîyê de, Senatorên Komarî rê nedan wê bernivîsê ku dakeve qada gotûbêjan ya Senatoyê.

Pirsgirêka koçberîyê ji mêj ve bûye cihê kêşebarîyê ji alîyê Komarî û Demokratan ve û îsal jî êdî mijareke germ ya kempeynên hilbijartinên seroktîyê ye.

Dîmeneke koçberên ser sînorê Amerîka û Meksîkayê.
Dîmeneke koçberên ser sînorê Amerîka û Meksîkayê.

Berbijarê serekî yê Komarî bo seroktîyê, Donald Trump, Komarîyên di Kongresê de han dan jibo ku li dijî bernivîsê rawestin, eger hemû daxwazên wan yên girêdayî mijara koçberîyê bicîh neyên. Demokrat dibêjin ku serokê berê Trump dixwaze kaosa ser sînorê Meksîayê bidome da ku wê yekê wekî kaxezeke guvaştinê li dijî Serokê Demokrat Joe Biden bikar bîne.

Serokê Amerîkî Joe Biden.
Serokê Amerîkî Joe Biden.

Biden roja Sêşemê di preskonferansekê de got ku ewê Trump berpirs wê yekê be eger bêtir koçber hatin Amerîkayê. Li jêr qanûna heyî, gelek kesên ku bi qaçaxî derbazî Amerîka dibin ku daxwaza penaberîyê dikin, dikarin bi mehan yan salan li Amerîka bimînin heta ku dadgehên koçberîyê dozên wan li ber çavan bigirin.

Civata Senatoyê ji 100 kursîyan pêk tê. 51 kursî di destên Demokratan de ne (di nav de sê senatorên serbixwe hene) û 49 kursî jî di destên Komarîyan de ne.

Ligel têkçûna bernivîsa koçberîyê, Civata Senatoyê dê bernivîsa qanûneke din bîne pêş ku bi rîya wê alîkarîya bo Ukrayna û Îsraîlê dê were misogerkirin.

Li gor bernivîsa nû, dê 60 milyar dolar wekî alîkarî jibo Ukraynayê ji alîyê Amerîkayê ve were terxankirin. Ji bo Îsraîlê jî 14 milyar dolar hatine pêşnîyarkirin. Ev beşek in ji paketa alîkarîya biyanî ya Senatoya Amerîka dide ber çavan ku ji 95 milyar dolaran pêk tê.

Bernivîsa ku roja Çarşemê nehate erêkirin ji 118 milyar dolaran pêk dihat. Beşek ji wê budceyê dê jibo Ukrayna û Îsraîlê hatiba şandin.

Ji destpêka şerê Ukayna ligel Rûsyayê, Amerîka wekî alîkara darayî û leşkerî ya herî mezin bo Kîevê tê dîtin. Washington herwiha alîkara herî girîng ya Îsraîlê ye di şerê li dijî mîlîtanên Hamasê li Kerta Gazayê.

Derbarê alîkarîya jibo Ukraynayê, Biden vê hefteyê got ku rêgirtina şandina alîkarîyê dê jibo Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wekî dîyarî were dîtin.

“Dîrok temaşe dike. Eger em piştgirîya Ukraynayê nekin, wê dîrok qet jibîr neke,” Biden got.

Jêder: Dengê Amerîka

XS
SM
MD
LG