Împîçkirin, jiber reftarên xirab û jibo pêkanîna hin kiryarên ne rekûpêk, bi fermî tawanbarkirina seroktîya Amerîkî ye.
Ev li ser bingeha "tawanên nedîtî yên bê mînak û reftarên çewt" pêk tê, ku di Beşa 4’ê ya Xala 2’yê ya Qanûna Bingehîn ya Amerîkî cîg digire û wiha dibêje:
"Serok, Cîgirê Serok û hemî karbidestên sivîl yên Welatên Yekbûyî yên Amerîka, divê ji karên xwe werin dûrxistin, ger ew bi îxanet, bertîl û tawanên din yên bêhempa û reftarên çewt werin tawanbar yan mehkûm kirin.”
Peyvajoya împîçkirina serokê/a Amerîka anku bi fermî tawanbarkirina wî/ê, qonaxa yekê ya dûrxistina wî ji kar e û ew proses li Civata Nûneran ya Amerîka destpê dike ku bêşa jêrîn ya Kongresê ye
Endamekî/e Civata Nûneran dikare împîçkirinê daxwaz bike, yan jî komîteyek dikare ser destpêkirina wê dengdanê bike
Peyvajo herwiha dikare, li Civata Nûneran wek bersîvdana daxwaznameyekê yan jî raporta ser lêkolerê taybet dikare destpê bike
Komîteya Dadwerî pir caran vekolînên împîçkirinê bi rêve dibe ku bizane bingeheke rêwa ya jibo tawanbarkirinê heye yan ne
Ger hebe, Komîteya Dadwerî hîngê pêşnîyara împîçkirinê dişîne pêş Civata Nûneran
Dengdana ser împîçkirinê dişibe îdianemaya tawankarîyê: Daxwaz jibo darizandinê ji Civata Senatoran re tê şandin
Endamên Civata Nûneran wek dozgeran, hemî îdiayên derheqa reftarên xirab, ji Civata Senatoran re pêşkêş dikin
Mafê kesê/a ku hatiye sucdar kirin heye ku jibo berevanîya xwe parêzer bigire, gazî dîdevanan bike û pirsan li dîdevanên dozgerîyê bike
Serdadwerê Dadgeha Bilind ya Amerîkî, rûniştinên dozên împîçkirinê yên hember serokan bi rêve dibe
Piştî darizandinê, Civata Senatoran di rûniştineke taybet de mijarê gotûbêj dike ku biryara Civata Nûnera rast e yan ne.
Senator, dû re di rûniştineke vekirî de, ser her yek ji xalên împîçkirinê dengdanê dikin ku divê serok ji kar were dûrxistin yan ne
Rûniştinên împîçkirinê heta niha hember serokan, dadwerên federalî, senatorek û wezîrekî hikûmetê hatine xebitandin.
Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha tenê sê serokên Amerîkî: Andrew Johnson, Bill Clinton û Donald Trump hatibûn împîç kirin, lê Civata Senatoran jibo her sêyan jî biryar dabû ku ew ji kar neyên dûrxistin.
Serok Trump dibe serokê yekê ku ji alîyê Civata Nûneran ya Amerîkî ve du caran tê împîç kirin.
Piştî biraya Civata Nûneran, divê Civata Senatoran biryar bide ku Trump ji kar were dûrxistin yan ne, lê jiber ku endamên partîya Trump piranîya beşa jorîn ya Kongresê kontrol dikin, ne çaverê ye ku biryareke dijî Trump bide.
Şîroveyan bibîne
Already have an account? Log in
Not a registered user? Navê xwe binivîse
Pirtir şîrove bar dike