Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Em li Alternatîfa Bingeha Încîrlîk'ê Digerin


Jetên Tornado yên Almanî li Bingeha Încîrlîk
Jetên Tornado yên Almanî li Bingeha Încîrlîk

Serokwezîra Almanya Angela Merkel, biryara Tirkîyê ya nehêlana parlementerên Almanî ji Bingeha Încîrlik'ê re wek biryareke ne xoş bi nav kir û got ku peyama wan ji çend kanalan ji Tirkîyê re hate ragihandin.

Merkelê di civîna partîya xwe ya parlemanê de got ku ku ewê danûstandinên bi Tirkîyê bidomînin, lê di heman demê de ew li alternatîfa Încîrlîk'ê digerin û ji wan yek jî Lubnan e.

"Artêşa Almanî, artêşa parlemanê ye loma jî divê destûr ji parlementerên me re were dayîn ku bikaribin serdana leşkerên me bikin,” Merkelê got.

Îro eşkere bûbû ku hikûmeta Tirkîyê destûr nedaye parlementerên Almanî ku di serdana leşkerên xwe yên li Încîrlîk'ê bikin.

Ajansa nûçeyan ya DPA ragihandibû ku Wezareta Derve ya Almanya, debarê biryara Tirkîyê Serokê Komîsyona Barevanî Wolfgang Hellmich îro agahdar kir.

Hellmich gotibû ku piştî wê biryarê, divê leşkerên Almanî ji Încîrlîk'ê vekişin.

XS
SM
MD
LG