Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce piştî hilbijartinên do Yekşemê, bi twîteke banga xurtkirina hêvîyê kir.
"Em li ser rêya Mustafa Kemal Ataturk in û jiber wê yekê ew bi hêvî ne. Li ber nekevin, bi ti awayî bê hevî nemînin. Hêvî her dem heye.’’
Înce yek ji berbijarên serokomarîyê bû, lê demeke kin berî hilbijartinê ji berbijarîyê vekişîbû.
Wî dîyar kiribû ku ew jiber welatê xwe ji berbijarîyê vedikişe lê eşkere nekiribû ku ewê di hilbijartinê de piştgirî bide kê.
Berî partîya xwe ava ava bike, Înce yek ji sîyasetvanên li pêş yên Partîya Gel ya Komarî (CHP) bû.
Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê di 28'ê Gulanê de here ser sindoqan.