Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muharrem Înce: Ezê di Gera Yekê de 51 ji Sedê Dengan Bistînim


Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Înce di mîtîngeke li Entabê de dîyar kir ku ewê di gera yekê de 51 ji sedê dengan bistîne.

Înce da zanîn ku Serokomarê Tirkîyê bi çi re şer kiriye ew bilind bûye û yek ji wan jî ew bi xwe ye.

‘’Te bi faîzê re şer kir faîz bilind bû. Te bi dolar re şer kir, dolar rabû. Te bi Înce re şer kir, Înce rabû.’’ Înce got.

Înce dîyar kir ku wî berê digotiye ewê bimîne gera duduyan, lê ew êdî bawer dike ku ewê di gera yekê de 51 ji sedê dengan bistîne.

Berbijarê CHP’ê bang li Erdogan kir ku dijî wî rû bi rû derkeve bernameyên televîzyonan û nîqaşan bike.

XS
SM
MD
LG