Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê CHP'ê Înce dê Serdana Demîrtaş Bike


Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Înce, li ber e ku sibê Çarşemê li Girtîgeha Edîrne serdana berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bike.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul dîyar kir ku ewê bersîveke erênî bidin daxwaza Înce ya bo serdana Demîrtaş.

Li gor nûçeyên di çapemenîya Tirkîyê de derketine, Înce dê sibê Çarşemê li bajarê Edîrne ya rojavayê bakurê Tirkîyê mîtîngekê li dar xîne, piştre dê bi Demîrtaş re kom bibe.

Înce dûre jî derbazî Colemêrgê ya rojhilata welêt bibe û li wir axaftinekê bike.

Wî dabû zanîn ku ew dixwaze bi hemî berbijaran re bicive.

XS
SM
MD
LG