Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Kempeynên Hilbijartinên Hîndistanê de Gotinên Dijî Misilmanan Zêdetir Dibin


Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi bi gotinên xwe yên dijî Misilmanan, ku piştî peyvajoya hilbijartinên parlamanê destpê kir hatin gotin, rê li ber nîqaşan vekir.

Lê, ne bi tenê Modi, endamên payabilind yên Partîya Bharatiya Janata (BJP) ya li desthilatê jî heman gotinan dibêjin ku ew gotin di vê demê rast tên ku partî hewil dide bi awayekî dîrokî cara 3’yan bibe desthilat.

Hindutva Watch, ku sazîyeke çavdêrîyê ya navend li Amerîka ye, dide zanîn ku ji 19’ê Nîsana ku sindoq vebûne vir ve kempeynerên li pêş yên BJP’ê bi sedan caran gotinên dijî Misilmanan kirine.

Avakarê Hindutva Watch Raqib Hameed Naik dîyar kir ku di nav wan kesan de ku li pêş in, xêncî Modi, Wezîrê Navxweyî Amith Shah, Wezîrê Berevanî Rajnath Singh, Serokê Neteweyî yê BJP’ê Jagat Prakash Nadda û serokên çend eyaletên mezin hene.

Naik ji VOA’yê re re got ku di hemî nîqaşên vê dawîyê de tilîyên wan hene.

Peyvajoya hilbijartinên Hindistanê 6 hefteyan didomin ku li cîhanê hilbijartinên herî mezin in.

Di van hilbijartinan de BJP û koalîsyoneke berfireh ya partîyên muxalefetê diçin ser sindoqan.

Dengdanên li Hindistanê wê heta 1’ê Hezîranê bidomin û wê encam 4’ê Hezîranê werin eşkere kirin.

Modi 21’ê Nîsanê got ku ger Kongreya Netewî ya Hindistanê ya li muxalefetê were desthilatê ewê hebûnên welêt jibo koçberan û kesên ku zarokên wan zêde ne jinûve werin belav kirin ku vê gotinê deng dan û nîqaşên mezin li ser çêbûn.

Gotinên demekê jibo penaberên Bengalî dihatin gotin îro ro gelek caran ji alîyê neteweperwerên Hîndî yên rastgir ve ji jibo bi qasî 200 mîlyon Misilmanên Hindistanê têne karanîn.

Jibo tirsên bê bingeh yên ser demografîyê gur bibin Misilman car caran jî wek ‘’kesên zarokan çêdikin’’ têne bi nav kirin.

Partîyên muxalefetê û komên mafan bi vê kontekstê ser şîroveyên Modi bertek nîşan dan.

Lê, ji wê demê vir ve endamên din yên BJP’ê jî wan gotinan bi dengên bilind dibêjin ku pispor ser vê yekê dibêjin ‘’bandoreke elît’’

Naik, ku Misilmanekî ji Kaşmîrê ye û li sirgûnê ye, Hindutva Watch sala 2021’an ava kir.

Ji wê demê vir ve rêzdarîya jibo Hindutva Watch roj bi roj zêde dibe û medyayên girîng yên cîhanê jî di nûçeyên xwe de cîh didin raporên ser sûcên nefretê yên wê sazîyê.

Hindutva bi qasî 3000 gotin û sûcên nefretê bi belge kirine, lê Naik dibêje jiber hilbijartinê rewişeke pir cuda çêbûye.

‘’Min berê ti carî kempeynekehilbijartinê ya wisa ya dijî kêmîneyên Misilman, ya tije nefret nedîtibû.’’

Berdevikên BJP’ê yên li New Delhi û yên li Balyozxaneya li Washingtonê bersîv nedan daxwazên ser şirovekirina vê mijarê.

VOA jibo şiroveyê giheşt baskê lobîyê yê BJP’ê yê li Amerîka.

Modi hefteya borî hewil da bersîvê bide gotin û nîqaşên ser ‘’koçber’’an.

Wî di weşaneke herêmî de gotina ‘’Zarokên Misilmanan pirtir in’’ red kir.

Modi got ku ewê ‘’Hîndîyên Misilman’’ çêneke û dîyar kir ku ew soza wî ye.

Serokwezîrê Hindistanê di heman rojê de li eyaleta Jharkhand ya li rojhilat alîgirên xwe hişyar kir û got ku kesên bi hişmendîya cîhandîyan ji muxalefetê destekê distînin û jibo wan metirsîyan çêdikin.

Hindutva Watch dîyar dike ku ji wê demê vir ve Modi bi kêmî ve li 10 mîtîngan gotiye ku muxalefet dixwaze hebûnên welêt di nav Misilmanan de jinûve belav bike, kotayan bide kêmîneyan û planan dike ku cîhekî bawermendên Hîndî bigire.

Hemî gotinên dijî Misilmanan yên Hindutva Watch bi belge radigihîne, li Hindistanê nabin gotinên nefretê yên ne sûc. Hin ji wan metirsîdar in û hin jî komunal.

‘’Komunalîzm’’a Hîndîyan ji demeke dirêj vir ve rengekî dide Hindistanê ku lê 8 olên mezin, 22 zimanên fermî hene û 1,4 mîlyar kes lê dijîn.

Dîrektorê Asyaya Başûr ya Carnegia Endowment International Peace Milan Vaishnav got ku gotinên dijî Misilmanan yek ji stratejîyên BJP’ê ye.

Vaishnav ser BJP’ê, ku sala 1980’î hatiye ava kirin û ji 2014’an vir ve li desthilatê ye, got ku du armancên wan yên serekî hene ku yek rindkirina rewişa aborîya feqîran e û yek jî çêkirina dewleteke Hîndîyan e.

‘’Ez bi gotinên di kempeyna hilbijartinê de şok nebû, çinku ew bi awayekî jî girêdayî hemî kempeynên BJP’ê ye’’

Wî dîyar kir ku Modi heta sala 2002’yan jî, dema serokê Gujaratê bûye ji gotinên ser gurkirina girjîya Hîndî û Misilmanan dûr nesekinîye.

Vaishnav da zanîn ku sala 2019’an dema hilbijartinan gotinên dijî Misilmanan zêde bûne û dîyar kir ku rewişa niha heye ne nû ye.

Berbijarên BJP tevî neteweperwerên Hîndî gelek caran mecaz û teorîyên komployan yên ser Misilmanan dibêjin.

Ji wan teorîyan yek jî ‘’cîhada axê’’ ye ku li gor wê Misilman axên dewletê bi avahîyên olî bê destûr bi dest xwe dixin.

Di teorîya ‘’cîhada evînê’’ de jî mêrên Misilman bi jinên Hîndî re dizewicin û zorê didin wan ku olên xwe biguherin ku di hedefê de Hindistaneke Misilman heye.

Hindutva Watch di kempeyna hilbijartinê de bi dehan mînakên her du teorîyon komplo tomar kirine.

Serê vê mehê bi ‘’cîhada dengan’’ gotineke nû çêbû.

Piştî rêberêkî herêmî yê muxalefetê jibo gêrkirina Modi banga ‘’cîhada dengan’’ kir, Modi dîyar kir ku Partîya Kongreyê dijî BJP’ê ‘’cîhada dengan’’ ragihandiye.

‘’Ez hêvî dikim ku hûn hemî dizanin ku wateya cîhadê çi ye û li hember kê tê ragihandin.’’

Cîhand di mîtîngan de gelek caran hat gotin.

Berbijarê serbixwe Sanjay Sharma 15’ê Gulanê ji alîgirên xwe re got ku ger ew niha şiyar nebin ewê ‘’hişmendîya cîhadî’’ zêdetir belav bibe.

Li gor wergera Hindutva Watch, Sharma got ku ‘’Eger hûn dixwazin ku komkujîya çêlan rawestînin dengên xwe bidin min, eger hûn dixwazin cîhada evînî rawestînin dengên xwe bidin min.’’

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG