Hindistanê îro Pêncşemê ragihand ku divê di daxuyanîya hevbeş ya G20 de nêrîna Rûsya û Çînê jî hebe.
Rêberên G20, ku di nav de Serokê Amerîka Joe Biden jî heye, dê dawîya hefteyê li New Delhi ya Hindistanê bicivin.
Dewletên Rojavayî jibo pejirandina daxuyanîya hevbeş dijî Rûsya şermezarkirina xurt dixwazin.
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov, ku dê şûna serokê welêt Vladimir Putin here hilcivîna li Hindistanê, dîyar dike ku ger daxuyanîya hevbeş ne li gor helwesta Rûsya be ewê dijî wê bisekinin.
Ger di hilcivîna G20 de daxuyanîyeke hevbeş çênebe ewê di dîroka komê de cara pêşî tiştekî wisa çêbe.
Nebûna daxuyanîya hevbeş dê ser domdarîya komê gumanan çêke.
Sala 2022’yan, rêberên G20 yên li Balî piştî danûstandinên jimareke rojan daxuyanîyeke hevbeş weşandibûn.
Jêder: AFP