Karbidestekî Wezareta Derve ya Hîndistanê îro Duşemê ragihand ku xeta trenê ya welatê wan wê li xeta nû ya trên û bendergehê ya Rojhilata Navîn û Asya Başûr were girêdan.
Berdevkê Wezareta Derve ya Hîndistanê Ausaf Sayeed ser pirseke derbarê planên hilcivînê G20 dîyar kir ku di korîdorê de ne tenê rêkên bendergehê, lê rêkên diçin Hindistanê jî hene.
‘’Ya rast ew e ku Hîndistan li şûna ku xetên hesinî çêke ew bi xetên hesinî bi hev ve were girêdan.’’
Lihevkirina Amerîka, Erebistana Saudî, Hîndistan û Yekîtîya Ewrupa û Mîrgehen Yekbûyî yên Erebî yên ser rêkên bendergeh û rêkên hesinî wek lihevkirina dijî hewildanên Çînê yên bo rêkan tê dîtin.
Karbidestên Erebistana Saudî dîyar dikin di vê rêka nû de wê pirtir girêdanên enerjîyê, meteryalên kesk, û berhemên din û ew dê bazirganîya cîhanî çêtir bikin.
Erebistana Saudî û Hîndistanê ser bazirganîya bi diravên herêmî û pêşxistina peywendîyên dualî danûstandin kirin.
Sayeed dîyar kir ku her du dewetan ser enerjî, petrol û rezervên stratejîk 8 peyman îmza kirine.
Hîndistan ji wan welatên li rêza pêş e ku ji Erebistana Saudî petrolê dikire.
Jêder: Reuters