Nivîsîngeha mafê mirov a Neteweyên Yekgirtî daxwaz ji Hindistanê kir ku yaseya nû ya di derbarê welatîbûnê de rawestîne û got ku ew ciyawazî ye li dijî Misilmanên welêt.
Xwepêşandanên tund li herdu wîlayetên Assam û Tripura yên Hindistanê birêve çûn li dijî vê yaseya nû û di encamê de sê kes hatin kuştin.
Nivîsîngeha Neteweyên Yegirtî dibêje ew tundutijiya hikûmetê ya dijî xwepêşanderan şermezar dike û vê yaseyê wek ciyawazî dibîne.
Yaseya nû mafê welatîbûnê dide 6 pêkhateyên ayînî yên ku ji Afganistanê û Bangladish û Pakistanê reviyane wir.
Peyvdarê mafê mirov Jeremy Laurence dibêje yaseya nû heman mafî nade Misilmanan.