Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Tsunamya Indonesya de 168 Kes Jiyana xwe ji Dest Didin


Ajansa karesatan a welatê Indonesya îro Yekşemê ragihand ku pêleke Tsunamî li qeraxên deryayê xist û di encamê de 168 kesan jiyana xwe ji dest da û bêhtirî 700 kes birîndar bûn.

Xaça Sor a Indonesî di daxuyaniyekê de got ew pêşbîniya bilindbûna jimara qurbaniyan dikin.

Peyvdarê ajansa niştimanî ya karesatan Sutopo Purwo Nugroho di daxuyaniyekê de got Tsunamî li sê herêman xist; Sumetra, Java û rojavayê Jakarta paytext.

Bi sedan mal, neh otêl, bêhtirî 350 gemî û her wiha bi dehan otombîl rastî ziyanê bûn, li gor Ajuansê.

Xaça Sor got pêlên deryayê ji 30 ta 90 sentîmetirî bilind bûn.

Serokê ajansa karesatan Endan Permana ji medya xwecihî re got gelek kes hîn li parêzgeha Banten a nêzîkî Jakarta winda ne.

XS
SM
MD
LG