Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rapora Nû Dibêje ku Reng E Hikûmet Pirtir Zarokên Koçber ji Malbatan Cuda Kiribin


Ofîsa Lêpirsînên Giştî ya Amerîkî îro ragihand ku îhtîmal e hejmara zarokên koçber û penaber ku hikûmeta federal ji malbatên wan cuda kirine, bi hezaran zêdetir bin.

Ofîsa Lêpirsînên Giştî ku girêdayî Wezareta Saxlemî û Xizmetên Mirovî (Department of Health and Human Services) ye, da zanîn ku negirtina tomarên rekûpêk dibe sedem ku hejmarên rastîn neyên zanîn.

“Sazîya me bilî 2,737 zarokên ku berê ji hêla Yekîtîya Azadîyên Sivîl yên Amerîkî (American Civil Liberties Union) hatibûn dîyar kirin, pirtir zarok dîtine ku ji malbatên xwe hatine veqetandin.

Rêvebirîya Serok Donald Trump li dijî koçberên neqanûnî biryara rêbazên tund dabû û hemî kesên ku bi rêkên qaçaxî derbazî Amerîka bûne xistibûn zindanê û zarokên wan ji wan cuda kiribûn.

Wezareta Ewlehîya Navxweyî (DHS) gotibû ku 65 ji 118 zarokan ji malbatên wan hatibûn veqetandin jiber ku dêûbavên wan tûşî kiryarên tawankar bûne.

DHS piştî ragihandina Ofîsa Lêpirsînên Giştî heta niha di daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG