Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Salvegera Yekê ya Êrîşa Dijî Kongresa Amerîkî Ye


Îro salvegera yekê ya êrîşa dijî Kongresa Amerîkî ye. Di 6’ê Rêbendana sala borî de alîgerên serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump êrîşî avahîya Kongresê kir wekî protesto li dijî encamên hilbijartina seroktîya Amerîkayê ya Mijdara heman salê.

Alîgirên Trump yê Komarî wê çaxê ji serkeftina berbijarê Demokratî Joe Biden nerazî bûn û qebûl nedikir ku qanûndaner li nav Kongresê hejmartina fermî ya dengan bi rê ve bibin.

Di wê êrîşê de 5 kes hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

Piştî ku xwepêşander ji Kongresê û derdora wê hatin dûrxistin, qanûndaneran serketina Biden di hilbijartinê de di demjimêrên pêşî yên 7’ê Rêbendanê de bi fermî piştrast kir.

Ji wê çaxê ve heta niha bêtir 725 kesên ku beşdarî wê êrîşê bûbûn hatine girtin û darizandin. Hinek ji wan bi tawanên sivik hatine tawanbar kirin û hinek jî bi tawanên girantir wekî êrîşkirina polîsan.

Di nav salekê de, Civata Nûneran ya Kongresê ku di destê Demokratan de ye, hîn jî vekolîna bûyerên 6’ê Rêbendanê 202’an dike.

Li gor pirsnameyeke navenda Quinnipiac, % 93 ji Demokratan wê êrîşê wekî êrîşek li dijî hikûmetê dibînin, lê tenê % 29 ji Komarîyan wiha difikrin.

Di pirsnameyeke din de ku ji alîyê ajansa Associated Press û Navenda NORC ya Vekolîna Karûbarên Giştî ve hate kirin, 4 ji 10 Komarîyan wê êrîşê wekî kiryareke tundûtûjîyê dibînin û 9 ji 10 Demokratan wê wisa dibînin.

Pispor dibêjin ku ev cudahîya nêrînan jî nîşana parçebûyeke sîyasî û civakî ya kûr li Amerîkayê ye.

Charles Sykes berpirsê malpera The Bulwark ye û berê jî bernameyeke wî ya radyoyê li eyaleta Wisconsin hebû. Ew dibêje ku “dema behs dibe behsa bîrewerîya 6’ê Rêbendanê, mirov dibêje qey em ne tenê bûne du welat, lê em herwiha li du zemînên cuda dijîn.”

Alexander Keyssar, profesoreê dîrok û sîyaseta civakî li Zanîngeha Harvard, bawer dike ku dibe ku damezrandina komîsyoneke vekolînê, wekî ya ku piştî êrîşên 11’ê Îlonê pêk hat, hevbîrîya niştimanî derbarê 6’ê Çileyê hêzdartir kiriba.

Keyssar bi bîr tîne ku di Gulanê de, Senatorên Komarî desthilata xwe bi kar anîbû ku rê li ber avakirina komîsyoneke wisa bigirin.

“Bê guman ew metirsîdar e jiber ku ew êdî dibe pîvan. Ew bûye wekî bingehekê ku bi rêya wê bûyer tên dîtin. Bingeha ku beşeke mezin ji alîgirên Komarîyan êdî nikarin bawerîyê bi encamên hilbijartinan bînin. Eger tu nikarî bawerîyê bi encamên hilbijartinan bînî, hingê wê ew yek di paşerojê de jî wisa be,” Keyssar derbarê êrîşa dijî Kongresê dibêje.

Li ser asta cîhanî jî, bûyerên 6’ê Çileyê bandorên mezin hiştine. Gelek rêberên cîhanê, bi taybet yên welatên xwedî sîstemên demokratîk, ji wê çaxê heta niha bi fikaran dipirsin ka gelo ewê Amerîka û demokrasîya Amerîka di siberojê de çawa bin?

Hêjayî gotinê ye ku ji dema wê êrîşa sala borî ve, avahîya Kongresê li pêş xelkê girtî dimîne.

Berê gelek kesan bi awayekî normal serdana wê avahîyê dikir, lê niha tenê kesên bi destûr dikarin e dikarin derbazî hindurê Kongresê bibin.

Hinek agahîyên vê raportê ji AP hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG