Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Roja Navnetewî ya Zimanê Dayikê Pîroz Dikin

Wêne ji arşîvê ye
Wêne ji arşîvê ye

Roja Navnetewî ya Zimanê Dayikê îro Şemîyê li seranserê cîhanê tê pîrozkirin.

Di vê rojê de li bajarên Kurdan û seranserê diyasporayê çalakîyên cuda jibo nîşandana girîngîya zimanê Kurdî tên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di peyamekê de got divê li Rojava zimanê Kurdî ne tenê were parastin, lê herwiha divê statuyeke wî yê fermî çêbibe.

Ebdî behsa Mersûma Serokatîya Sûrîyê ya 13 kir ku tê de çand û zimanê Kurdî li Sûrîyê wekî zimanekî niştimanî tê qebûlkirin û rê dide Kurdan vedike ku fêrî zimanê xwe bibin. Ev mersûm di meha borî de ji alîyê Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el Şeri ve hate dayîn.

"Em dikarin vê gavê wekî destkeftekê bihesibînin, ji ber ku ev cara yekem e ku bi şêwazekî fermî zimanê Kurdî wekî zimanekî netewî li Sûrîyê tê qebûlkirin," fermandarê HSDê di vîdyoyekê de got.

Ebdî diyar kir ku tevî girîngîya wê gavê, ew hîn jî têra daxwazên Kurdan nake, ji ber ku di çend salên dawî de dibistan û zanîngeh li deverên Rojava bi zimanê Kurdî ne û rastîyek li herêmê çêbûye di vê li ber çavan were girtin.

"Ev mijar di gotûbêjên me yên ligel hikûmeta Sûrîyê û di rêkeftina 29ê Çileyê de jî hatiye kirin. Di rojên pêş de, pispor û kesên peywendîdar dê dîsa wê ligel karbidestên Wezareta Perwerdeyê ya Sûrîyê gotûbêj bikin," Ebdî got.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser platforma X'ê got ku ziman bingeha girîng û serekî ya hebûn û nasnameya netewî ye.

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendîya xwe bi girîngdayîna bi zimanê Kurdî û zimanên hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê dupat dike," Barzanî got.

Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) got ku "21'ê Sibatê roja hişyarîya xeterea li ser zimanan e. Mixabin Komara Tirkîyê ev sed sal e bûye mezelê zimanan."

"Zimanê Kurdî, bi taybetî zaravayê Kirmanckî (Zazakî) ji polîtîkayên bişaftinê gelek zirar dît û hîn jî dibîne. Çareserî bêyî azadî û statuya zimanan ne pêkan e. Mafê perwerdeya zimanê dayikê cînegir e."

Li Kurdistan û çend welatên Ewrupayê ji bo pîrozkirina Roja Zimanê Dayikê hejmareke panel û semînar tên lidarxistin.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17’ê Mijdara 1999’an de biryar da ku 21’ê Sibatê wek Roja Navnetewî ya Zimanê Dayikê qebûl bike da ku balê bikişîne ser girîngîya pirçandî û pirzimanî ya li seranserê cîhanê.

XS
SM
MD
LG