Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Xwepêşandanan, Îran Bikaranîna Înternetê Asteng Dike



Dîmenek ji xwepêşandanên dijî hikûmeta Îranê.
Dîmenek ji xwepêşandanên dijî hikûmeta Îranê.

Hikûmeta Îranê îro Pêncşemê astengîyên berfireh danî ser xizmeta înternetê û bikaranîna Instagram û WhatsApp li vê dema ku hejmara kuştîyan piştî şeş rojên xwepêşandanan gihiştîye 9 kesan.

Ajansa Fars ya nîv-fermî ragihand ku "ligel biryareke karbidestan, ji roja Çarşemê ve nema êdî pêkane ku Instagram û WhatsApp werin bikaranîn."

Ev herdu app bi awayekî berfireh li Îranê dihatin bikaranîn piştî ku di salên dawî de hikûmetê platformên din wekî Facebook, Twitter, Telegram, YouTube û Tiktok qedexe kiribû.

Li Îranê bikaranîna înternetê bi giranî ji alîyê hikûmetê ve tê kontrolkirin û tenê ewên ku VPN bikar tînin dikarin xwe bigihînin malperên ji derveyî welêt.

Ji dema kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî hefteya borî ser destê polîsê moralî, xwepêşandanên dijî hikûmetê li seranserê Îranê derketine û pê re jî xizmeta internet û peywendîyan bi awayekî berçav xav bûye.

XS
SM
MD
LG