Wezareta Derve ya Amerîka, Xelata Jinên Wêrek yên Navnetewî (International Women of Courage Award) îro Duşemê bi merasîmeke li Qesira Sipî pêşkêşî xelatgiran dike.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Xanima Yekê Jill Biden jibo merasîmê mazuvanîyê dikin.
Îsal jinên ji Afganistan, Bangladeş, Belarûs, Bosna Hersek, Myanmar, Kuba, Ekvator, Gambîya, Îran, Japonya, Fas, Nîkaragua û Uganda xelatan distînin.
Wezareta Derve ya Amerîka sala 2007’an dest bi dayîna xelatan kir ku li gor wezaretê jinên jibo aştî, dadmendî, mafên mirovan, wekhevîya zayendî ya di civakê de û xurtkirina keç û jinan rêberî, hêz û wêrekî nîşan didin xelatê distînin.
9 jinên Nîkaraguayî, ku par di nav girtîyên sîyasî de bûn û hatin berdan, ji wan jinan in ku îsal xelatê bi dest dixin.
Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku aktîvîst di bin zextên rejîmê de têkoşîna jibo demokrasî û mafên mirovan didomînin.
Ji Bangladaşê Fawzia Karim Firoze, ku parêzerê Dadgeha Bilind e, bi xebatên xwe yên jibo komên marjînalkirî xelat sitand.
Ajna Jusic ya ji Bosna Hersekê bi xebatên xwe yên jibo zarokên dema şer bi tecawuzê çêbûne hatiye bijartin.
Martha Beatriz Roque Cabello ya jibo Kuba jiber pêşengîya mafên mirovan û azadîyên olî yên li welêt xelatê distîne.
Agather Atuhaire ya ji Uganda jî bi xebatên ser hiqûqê û mafên mirovan hatiye bijartin.
Jêder: VOA