Rêxistina Navneteweyî ya Koçberîyê (IOM) îro Duşemê ragihand ku hêza parastina deryayî ya Lîbyayê di wan du rojên borî da nêzîkî 400 koçber rawestandin ku hewil didan bi pênc beleman Deryaya Sipî derbaz bikin.
Bi vî awayî, di wê mehê da hejmara mirovên ku hewil didan derbaz bibin ji 1,000’an borî, tevî ku sînorên Lîbyayê jiber vîrusa korona girtî ne.
Pandemî û zêdebûna şerê li derdora paytexta Lîbyayê Trablusê, jîyana koçberên li welatî dijwartir kiriye ku bi hezaran ji wan dixwazin ji Lîbyayê herin Ewrupayê.
IOM ragihand ku 317 koçber şeva Yekşemê vegerîne Lîbyayê û pirtir ji 70 kesên din jî hatin rawestandin û Yekşemê sibê ji Lîbyayê re hatin zivirandin.
Ajansa Koçberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî ragihand ku 2 kesên li keştîyên ku şeva Yekşemê hatibûn sekinandin, xenqîne.