Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk di Doza Îpek Er de Biryara Xwe Eşkere Kir


Li Dadgeha Yeke ya Cezaya Giran ya Sêrtê îro Înêyê rûniştina dawî ya doza Îpek Er, pêk hat.

Dadgehê, jiber tawana destdirêjîyê 10 sal ceza li gumanbar Musa Orhan birî lê, ev cezaya herî kêm ya cureya vî sûcê ye.

Hevdem, dadgehê daxwaza girtina Orhan careke din red kir, lê derketina wî ya ji Tirkîyê qedexe kir.

Li gor biryara dadgehê Musa Orhan wê tenê mehê du caran li qereqolê îmza bide.

Keça Kurd Îpek Er havîna borî nameyeke nivîsandibû û dîyar kiribû ku Musa Orhan bi gotara ku wê bizwicin destdirêjîya wê kirîye.

Lê, piştî ku Orhan lê xwedî derneketiye, jê re bilî xwe kuştinê çare nemaye, jiber ku ketîye nav rewşek sosret û li ber malbata xwe rûreş bûye.

Îpek ya 18 salî bi tivinga bavê xwe gule ber dabû xwe da û birîndar bûbû, lê piştî mehek dermankirinê, jîyana xwe ji dest dabû.

Parêzerê malbata Îpekê, Îlyas Tarim jiber ku encama vê kirina Musa Orhan bû sedema jiyana İpek Er, biryara dadgehê qet ne dadmendî ye.

Îlyas Tarim da zanîn ku ewê dozê bibin Dadgeha Bilind ya Tirkîyê.

Hêjayî gotinê ye ku Musa Orhan di artêşa Tirk de wek 'çawişê pispor' kar dikir.

Piştî bûyerê, wezareta karê navxweyî ya Tirkîyê jiber sucê destdirêjîyê lêpirsînek vekiribû û di encamê Orhan ji kar derxistibû.

Fermandarîya Jandarma ya Tirkîyê jî bi sedema sûcê destdirejîyê, endamtîya Orhan ya sazîyê pûç kir.

Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran Îîir jî di rûniştinê de amade bû.

Nuran Îmîr da zanîn ku bi armanca ji rûniştinê ti agahî dernekeve derve, sînyalên telefonan hatine birîn û mafê ragihandinê jî hatiye binpê kirin.

Wê biryara dagehê wek 'biryareke sosret' bi nav kir.

Hevdem, Îmîrê îda kir dozên ku polîs yan leşker têne darizandin, bê ceza têne hîştin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir ji fayla deng guhdar bikin.

KHF_12_03_2021_Îpek_Er
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00

XS
SM
MD
LG