Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Destûrnameyên Berbijarên HDP’ê Nayên Dayîn


Li bajarokê Rêya Armûşê (Îpekyolu) ya Wanê, piştî hilbijartinan ev nêzî du hefteyan e ku destûrnameyên berbijarên serketî yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) nayên dayîn.

Hevserokê rêxistina HDP’ê yê Wanê Umut Dede dîyar kir ku serokê komîsyona hilbijartinê bi tenê serê xwe, li dijî hiqûqê tevgerîye.

Dede, ku di heman deme de parêzer e, îdia dike ku serokê komîsyonê jibo derengxistin û betalkirina destûrnameyan serî li rêyên dijî hiqûqê dide.

“Li gor qanûnê pêvîst e piştî encamên hilbijartinê dîyar bûn, destûrname ji berbijarên serketî re werin dayîn. Lê, YSK’ê nêzî 5 roj berî niha hemû îtîrazên AKP’ê red kirine. Derket holê ku dadwerê komîsyonê, dijî desthilata xwe derbarê berbijarê me Azîm Yacan agahî ji polîsan xwestine. Dijî vê kiryara bêhiqûq, emê mafên xwe yên rewa biparêzin,” Dede got.

Berbijarên Rêya Armûşê yên HDP’ê Azîm Yacan û Şehsade Kurt, bertek nîşanê helwestê dan û gotin ku ev bêhiqûqî nayê qebûl kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di hilbijartinên xwecîhî de li bajarokê Rêya Armûşê HDP’ê ji 54 ji sedê û AKP’ê ji 40 ji sedê dengan wergirtibûn.

AA_04_16_2019_Ipekyolu
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00

XS
SM
MD
LG