Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wikileaks Dibêje CIA Dikare Bikeve iPhone yên Nû jî


Platforma înternetê Wikileaks da zanîn ku Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA), dikare şîfreyên iPhone yên nû jî bişkîne ku ji 2008’an vir ve dikeve van cîhazan.

Wikileaks, ku bi weşandina belgeyên veşartî navdar e, îdia kir ku CIA bernameyeke ku li iPhone’an bar dibe pêş xistiye.

Wikileaks, dîyar kir ku dibe ku CIA’yê, telefonên bi kargoyan ji Amerîka hatine şandin yan ji Amerîka re hatine vekiribe û bernameyeke sîxuriyê li wan bar kiribe.

Platformê herwiha da zanîn ku, CIA dikare şîfreya komputeran betal bike û bikeve nav dosyeyan.

Wikileaks, di van demên dawî de li ser rêbazên îstixbarata Amerîkî gelek îdiayan diweşîne. Bes CIA heta niha tim red dike ku ser van îdia û belgeyan şiroveyan bike.

XS
SM
MD
LG