Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanên Rêya Armûşê Yacan û Kurt Hatin Zindanî Kirin


Hevşaredarên bajarokê Rêya Armûşa (Îpekyolu) Wanê Azîm Yacan û Şehsade Kurt ku di 8’ê Mijdarêde hatibûn desteser kirin û li şûna wan qayum hatibû danan.

Di encama darizandinê de, Yacan û Kurt, bi heceta “Endamê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin û ew ji zîndana Wanê re hatine şandin.

Hevşaredar, parlamanter û rêvebirên rêxistina HDP’ê, ser zîndankirina wan xwest ku li kolanê xwepêşandaneke li dar bixin, lê bi sedema biryara qedexekirinê ya walîtîya Wanê, hêzên ewlekarîyê destûr neda. Jiber vê yekê daxuyanî di avahîya partîyê de hate dayîn.

Parlamantera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan jî got ku hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li hemberî gelê Kurd polîtîkayên dagirkerîyê dide meşandin.

“AKP li hemberî vîna gel polîtîkayên dagirkerîyê dide meşandin. Erdogan hêj berîya hilbijartinan dîyar kiribû ku, ew vîna gelê Kurd qebûl nake. Li gor vê, şaredarîyên me desteser dike û qeyûman dîyar dike. Ew ji me re dibêjin,’an hûnê bindestî û dagirkerîya me qebûl bikin an jî emê vîna we dagir bikin.”

Hêjayî gotinê ku di hilbijartinên xweciyî yên 31’ê Adarê de li Rêya Armûşê HDP’ê 55 ji sedî deng wergirtibûn û Azîm Yacan û Şehsade Kurt wekî hevşaredar hatibûn hilbijartin.

AA_11_12_19_Bajarvanên Rêya Armûşê Şandin Zîndanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00


XS
SM
MD
LG