Li gorî agahîyan, Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemê pêleke nû ya êrîşan li ser deverên cuda yên Îsraîlê da destpêkirin.
Êrîş, li gor raportan, ji sibeha Yekşemê ve heta nîvro bi dema Tehranê bi tundî berdewam bûn û hat gotin ku ev êrîş operasyoneke hevrêzkirî ye ku di çend qonaxan de hatiye kirin.
Piştî van êrîşan, sîstema berevanîtê ya Îsraîlê bi berfirehî hate aktîvkirin û hejmareke girîng ji mûşekên Îranê têk bir.
Raport tînin ziman ku hin mûşek li çend armancên di hundirê Îsraîlê de ketine û ziyana wan kêm bûye. Hûrgiliyên li ser asta zîyanê hîn nehatine weşandin, lê çavkaniyên herêmî ragihandin ku li çend cihan çend teqîn çêbûne.