Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Welatî li Seranserê Îranê di 24 Demjimêrên Borî de Hatine Girtin

Sazîyên tepeserker ên rejîma Îranê careke din girtina hejmareke mezin a rûniştvanan li 26 bajarên Îranê ragihand.

Malpera rêxistina HRANA ya mafên mirovan dibêje, herî kêm 220 kes hatine girtin.

Li gor raporta Ajansa Nûçeyan a Fars, ku girêdayî hêzên Pasdarên Îranê ye, da zanîn ku hêzên ewlekarîya rejîma Îranê li 17'ê Adarê “111 şaneyên Paşaxwaz" li 26 parêzgehan girtin.

Ajansa Fars hin ji wan girtîyan wekî "sîxur û kirîgirtîyên Amerîka" binav kir û got ku ew li Hemedan û Azerbaycana Rojava hatine girtin.

Daxuyanîya Ajansa Fars piştî wê yekê tê ku karbidestên rejîma Îranê berê gotibûn ku ji niha û pê ve, girtî dê wekî "sîxurên Amerîka û Îsraîlê" werin naskirin, lê ti belgeyek nehatiye weşandin ku nîşan bide ew kesên girtî sîxur in.

Ajansa Fars herwiha dibêje, 21 welatîyên din bi guneha şandina “zanyarî û wêneyan” bo torên medyayên zimanê Farsî hatine girtin, ligel girtina “2 barên amûrên Starlink ku bi tevahî 350 amûr bûn.”

XS
SM
MD
LG