Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hengaw: Îranê 4 Girtîyên Sîyasî yên Kurd Darve Kirin


Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan îro Duşemê radigihîne ku karbidestên Îranê cezayê darvekirinê li dijî 4 girtîyên sîyasî yên Kurd li girtîgeha Qizilhesar ya Karacê bi cîh anî.

Muhsîn Mazlum, Peyman Fetehî, Vefa Azarbar û Hacîr Feramerzî di 22’yê Hezîrana 2022’an de li Urmiyê hatibûn girtin û ji wê demê ve di derbarê wan de ti agahî nehatibû girtin.

Rêxistinên mafê mirovan bang li civaka navnetewî dikirin ku darvekirina girtîyên Kurd rawestînin û hember darvekirinên bê sedem yên li Îranê bersîvdaneke xurt bidin.

Mazlum, Fetehî, Azarbar û Feramerzî ji alîyê Şaxê 26’an ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tawanên dijmintîya xwedê û bi sîxurîya bo Îsraîlê bi darvekirinê hatibûn ceza kirin.

Çavdêrên herêmî bawer dikin ku rejîma Îranê bi armanca pêşîgirtina protestoyan sêdarekirinê bi kar tînin û bi vî awayî dixwazin di nava civakê de tirsê belav bikin.

Jêder: Hengaw

XS
SM
MD
LG