Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Em Naxwazîn Şerê Îranê Bikîn


A man holds a bone while shouting "That's what's left for those who vote for the President" as Algerians demonstrate in Algiers to mark the second anniversary of the Hirak movement.
A man holds a bone while shouting "That's what's left for those who vote for the President" as Algerians demonstrate in Algiers to mark the second anniversary of the Hirak movement.

Serokwezîrê Îsrailê Benjamin Netanyahu Sêşemê got, ew naxwazin ligel Îranê bikevin di şerekî de, axiftina Netanyahu rojekê piştî eşkera kirina wan belgenaman hat, yên ku didin zanîn ku Îranê bernama çekê navokî yê veşartî heye ku, ev jî binpêkirina pêkhatina navokî ya bi Îranê re ye.

Derbarê pirseke kenalê CNN, kanê Îsraîl amade ye ligel Îranê bikeve di cengê de? Netanyahu got"kesekî niyeta tiştek weha nîne, Îran dixwaze bingehên li herêmê biguherîne".

Ajansa Navnetewî ya Çavdêriya Çekê Navokî IAEA, ya girêdayî Netewên yekbûyî Sêşemê, raportek weşand, raport derbarê wan belgenaman e de ye, yên ku Îsraîlê li ser çalakiyên veşartî yên Îranê yên dirustkirina çekê naviokî weşand bûn.

IAEA dide zelalkirin ku, raporta wan ya ku sala 2015an li sernavê berpirsê Ajansê Yukiya Amano hat bû weşandin dabû diyar kirin ku, di raporta wan ya 2015an de, belgeyek weha bawerpêkirî nehatiye dîtin ku, bide diyarkirin, Îranê piştî sala 2009an, çalakiyên berhem anîna çekê Navokî encam da bin.

Yukiya Amano, Rêvebirê l'Agence
Yukiya Amano, Rêvebirê l'Agence

Qesra Spî derbarê belgeyên nû li ser çalakiyên Îranê yên çekê navokî dibêje"pêzanînên nû û balkêşin". Her çende heta niha berpirsên Washington bi şêweke eşkere Îran bi binpêkirina pêkhatina Navokî tawanbar nekirîye ya ku sala 2015an li gel Îranê pêkhatî, lê gelek caran serok Trump gotiye pêkhatina navokî ya bi Îranê re karê herî xerab e, û rexne li Îdara wî çaxî ya Amerîka gitin e.

Serok Trump, doh li Qesra Spî piştî preskonferansa Netanyahu ya eşkrekrina belgeyên girêdayî Îranê, dema civîn ligel serokê Nigeria Muhammadu Buharî got"eger ew tiştê Îsraîlê di preskonferansê de kirî bihê piştrast kirin, divê rewşek weha nayê qebul kirin".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, Amerîka, Britanya, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya ku weke pêkhatina 5+1 tê naskirin ligel Îranê giha bûn wê pêkhatinê ku li hember kêmkirina sizayên aburî li ser Îranê, ew welat dest ji projeya çekê Navokî berde.

XS
SM
MD
LG