Hevdîtinên nerasterast ên Îranê bi Amerîkayê re li ser nûvejandina rêkeftina navokî ya sala 2015an dê ji nû ve dest pê bikin.
Wezîrê derve yê Îranê Huseyn Amîrabdollahiyan di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî li Tehranê ragihand.
Amîrabdollahiyan got, "Em amade ne ku di rojên pêş de ji nû ve danûstandinan bidin destpêkirin. Ya ku ji bo Îranê girîng e ew e ku bi tevahî sûdên aborî yên rêkeftina 2015an werbigire.
Amîrabdollahiyan anî ziman ku wî "civînek dirêj lê erênî" bi berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî Josep Borrell re kir.
Borrell ji aliyê xwe ve got ku "Pêşbîn e em di rojên pêş de dîsa dest bi hevdîtinan bikin û sarbûna heyî bişînin. Ev bûn 3 meh û divê em bi lez xebatê bikin. Ez gelek kêfxweş im li dor biryara ku li Tehran û Waşitonê hat dayîn."
Çavkanî: Reuters