Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Amerîkayê Dîmenên Rizgarkirina Leşkerekî Xwe Li Îranê Weşand

Dîmenek ji Vîdyoya Fermandarîya Navendî ya Hêzên Esmanî yên Amerîkayê (AFCENT) ku 15’ê Îlonê de hatiye weşandin.
Dîmenek ji Vîdyoya Fermandarîya Navendî ya Hêzên Esmanî yên Amerîkayê (AFCENT) ku 15’ê Îlonê de hatiye weşandin.

Fermandarîya Navendî ya Hêzên Esmanî yên Amerîkayê (AFCENT) do 15’ê Îlonê dîmenên nû yên operasyona rizgarkirina leşkerekî Amerîkî weşandin.

Dîmena nû, ku bi navê “DUDE44 Rescue Operation Footage” hatiye weşandin, ku beşên operasyona dîtin û rizgarkirina endamekî tîma firokeya F-15E Strike Eagle de, nîşan didin.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê, CENTCOM, di daxuyanîya 5ê Nîsanê de piştrast kir ku firokeya şer F-15E ya ku di 2’yê Nîsana 2026’an de di erkekî leşkerî de li ser Îranê hat xwarê xistin û tê de 2 leşkerên Amerîkî hebûn.

CENTCOM'ê herwiha rgaihandibû ku herdu leşkerên Amerîkî di du operasyonên cuda de hatine rizgarkirin.

FOX News dibêje ku, piştî xwarêxistina F-15E, “Alpha û “Bravo,” xwe ji firokeyê avêtin û çend km ji hev dûr bi saxî ketine erdê. Alpha piştî zêdetirî şeş demjimêran hatiye rizgarkirin, lê Bravo, ku bi giranî birîndar bûbû, - berîya ku ew jî di operasyoneke cuda de were rizgarkirin- nêzî 50 demjimêran li Îranê asê maye.

CBS News jî ragihand ku di operasyona rizgarkirina Bravo de zêdetirî 90 leşkerên Amerîkî li ser erdê hatine bicihkirin. Bi sedan leşkerên din ji esman beşdarî operasyonê bûn û bi hezaran kesên din jî piştgirî dan.

Dîmenên nû, firokeyên Amerîkî nîşan didin ku li "Bravo" digerin, û herwiha êrîşên Amerîkî yên ser hêzên Îranî li nêzî cihê Brova ne, nîşan didin.

Herwiha dîmen, tîmên rizgarkirinê yên ku digihîjin cem Bravo û birina wî ya ber bi helîkoptereke jî nîêan didin.

Bravo di hevpeyvînekê de bi bernameya “60 Minutes” ya CBS Newsê cara yekê li ser bûyerê axifî. Wî got ku dema tîma rizgarkirinê gihîşt cem wî, ew “yek ji kêlîyên herî baş yên jiyana min” bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG