Medyaya dewletê ya Îranê vîdeoyeke Alîreza Akbarî, ku bi eslê xwe Îranî ye û welatîyê Brîtanya ye û jiber sîxurîyê cezayê îdamê sitandiye, weşand.
Di vîdeoyê de, Akbarî dibêje ku di kuştina pisporekî çekên navokî yê Îranê de rola wî heye.
Servîsa Farisî ya BBC’yê jî dengek weşand ku Akbarî têde dibêje wî ew gotin di derdestîyê de jiber êşkenceyê kirine.
Akbarî, ku demekê li Îranê cîgirîya wezîrê berevanîyê kiriye, jiber sîxuriyê û tawanên din cezayê îdamê sitandiye.
Brîtanya dîyar dike ku cezayê li Akbarî hatiye birîn sîyasî ye û ne hiqûqî ye, lê ser vîdeoyê hîn ti şîrove nekiriye.
Di vîdeoyê de, ku medyaya dewletê ya Îranê belav kiriye, Akbarî dibêje Brîtanîyan ser hin bûyeran agahî xwestine.
Pisporê çekên navokî Muhsîn Faxrîzade di sala 2020’an de bi êrîşeke bombeyî ya li nêzî Tehranê hatibû kuştin.
Îstixbaratên welatên Rojavayî ser Faxrîzade digotin ku ew rêberê bernameya navokî ya veşartî ya Îranê ye.