Wezîrê Derve yê Îranê Husêyîn Abdullahîyan îro Çarşemê got ku jibo vejandina peymana navokî ya 2015'an, divê Washington garantîyên xurttir raberî Tehranê bike.
Abdullahîyan got ku divê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) dawî li lêpirsînên xwe yên bi armancên sîyasî bîne.
Danûstandinên nerasterast yên Amerîka û Îranê bi navbeynkarîya YE bo 16 mehan berdewam kirin, lê bê encam bi dawî bûn.
Berpirsê sîyaseta derve yê YE Josep Borrell di 8’ê Tebaxê de ragihand ku YE bo vejandina peymana navokî belgeyeke dawîn pêşkêşê her du alîyan kiriye.
Abdullahîyan îro di derbarê vê xalê de got ku Tehran nirxandina xwe ya ser bersîva Washingtonê didomîne ku ji rêka YE giheştibû destê wê.