Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Ceza Dide 61 Amerîkîyan


Iran
Iran

Îran dibêje, wê ceza bi ser 61 Amerîkîyan de sepandîye, ku di nav wan de Wezîrê Derve yê Berê yê Amerîka Mike Pumpio jî heye jiber piştgirîya grûpeke xwepêşanderan li Îranê.

Sizayên Îranê yên li dijî Amerîkîyan bi egera piştevanîkirina komela "Mucahîdîn Xelq" hatine kirin.

Medyaya Îranê dibêje Amerîkîyên din ji alîyê wezareta derve ya Îranê ve bi lîsteya reş hatine tomarkirin, Rudy Juliani, parêzerê serokê berê yê Amerîka Donald Trump û şîretvanê berê yê ewlekarîya neteweyî ya Amerîkî John Bolton jî di lîstê da hene.

Li gor sizayên Îranê dane berpirsên Amerîka, ew dikare dest dane ser her pere, sermaye û milkên wan berpirsan li Îranê, lê nebûna sermayeya wan li Îranê tê wê wateyê ku ew tenê pêngavek sembolîk e li dij Amerîka.

Tê îdîakirin ku Juliani, Pumpio û Bolton di bûyerên ku komela Mucahîn Xelq pêkanîne beşdarî kirine, bûne û piştgiriya xwe bo wê komê anîne ziman, lewan ceza daye wan.

Di meha Çileyê de Îranê siza bi ser 51 Amerîkayîyan de sepandbû û di meha Nîsanê jî de 24 Amerîkî xistin di lîsteya reş da.

Hevdîtinên nerasterast yên di navbera Îran û Amerîka yên ji bo vejandina peymana nuklerî ya sala 2015'an da, meha Mijdarê li Viyanayê dest pê kirbû, di meha Hezîranê de jî li Qeterê dewam kir, lê danûstandin bi mehan e cardî cemidî mane.

Di sala 2018 'an de serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nuklerî vekişiya û hemû cezayên li ser Tehranê ferz kirin. Tehran ji aliyê xwe ve şert û merc û pêgiriyên xwe yên sereke di wê peymana navnetewî de paşguh kirine. Li gorî peymanê dê cezayên li ser Îranê bêne rakirin û çalakiyên bernameya nuklerî ya Îranê bêne sînordarkirin.

XS
SM
MD
LG