Kordînatorê Yekîtiya Ewrupî roja Înê got, gera herî dawî ya danûstandinan ji bo rizgarkirina peymana navokî ya Îranê hatiye rawestandin, û banga "biryarên siyasî" kir da ku ji xitimandinê derkevin.
Dîplomat ev çend heftî ne rasterast li paytexta Nemsayê kom dibin bo peydakirina serkeftinekê bo vejandina peymana 2015an ku Îran, Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Almanya û Rûsya tê de beşdar bibûn.
Yekîtîya Ewrupayê rola navbeynkarîyê dikir û Enrique Mora di twîtekê da got, "Beşdar dê ji bo şêwirmendîyê vegerin paytextên xwe û dê heftîya têt dîsa bizivirin.
"Nûke pêwîstî bi biryarên siyasî heye."
Endamên danûstandinên serekî yên Brîtanya, Fransa û Almanyayê daxuyanî dan û gotin, “Her kes dizane ku em digihîjin qonaxa dawîn, ku biryarên siyasî pêwîst in.
"Ji ber vê yekê endamên welatan ji bo şêwirmendiyê vedigerin paytextên xwe."
"Çavlirê ye ku gera 8emîn heftîya bê jinûve dest pê bike."
Danûstandinên ji bo rizgarkirina peymana têkçûyî di meha Nîsanê de li paytexta Nemsayê dest pê kiribû û, piştî rawestandina pênc mehan, di meha 11an da ji nû ve dest pê kiribû.
Peymanê di bedela astengkirina bernameya wê ya navokî da ambargoyên ser Tehranê sivik dikir.
Lê piştî ku Amerîkayê di sala 2018an da bi serokatiya Donald Trump ji peymanê vekişiya û ambargoyên nû sepandin, Îranê bi awayekî tund dest bi xebatên navokî kir.