Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Ti Keştîyeke Amerîkî Rastî Êrîşê Nehatîye

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) raportên medya Komara Îslamî ya Îranê yên derbarê êrîşa mûşekî ya li ser keştîyeke şer a Amerîkî li Tengava Hormuzê red kirin.

CENTCOM'ê di daxuyanîyekê de got, "Ti keştîyên Hêzên Deryayî yên Amerîkî nehatine armancgirtin û hêzên Amerîkî bi domdarî piştgirîyê didin dorpêçka deryayî ya li ser benderên Îranê."

Demek kurt berî daxuyanîya CENTCOM'ê, nûçegihanê Axios Barak Ravid di postekê de li ser X'ê got ku rayedarekî Amerîkî tekez kiriye ku ti keştîyên Amerîkî ji alîyê mûşekên Îranê ve nehatine lêdan.

Ev nûçe piştî wê yekê tê ku hin çavkanîyên Spaya Pasdarên Îranê êrîşa ser keştîyekê ragihandbû.

Ajansa nûçeyan a Tasnim a girêdayî Spaya Pasdaran roja Duşemê ragihand ku hêzên deryayî yên Îranê rê li ber keştîyeke şer a Amerîkî girtine da ku nekeve Tengava Hormuzê.

Lê CENTCOM'ê îdî'ayên medya Îranê û Spaya Pasdaran derew desrxistin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG