Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koşka Spî: Danûstandinên bi Îranê Re Tune Ne

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt

Koşka Spî, roja Pêncşemê di daxuyanîyekê de ragihand ku niha di navbera Amerîkayê û Îranê de tu danûstandinên çalak û nû tune ne.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt, got ku danûstandin dê dest pê nekin heta ku Serok Donald Trump bawer neke ku Îran amade ye bi awayekî watedar li ser maseyê rûne.
Leavitt, herwiha got ku Washington zexta aborî li ser Tehranê zêde dike.

Di heman demê de, Serokwezîrê Qetarê Mihammed bin Abdulrahman Al Thanî li Tehranê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re civiya.

Wezareta Karên Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê got, "Di hevdîtinê de li ser geşedanên dawî yên li herêmê û hewldanên ji bo kêmkirina rageşiyê û afirandina rewşek guncaw ji bo diyalogê gotûbêj hatin kirin."

Herwiha pêşniyarek ji bo vekirina korîdorek demkî ya navîgasyonê di Tengava Hormuzê de hate gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye ku zêdebarî hewildanên Pakistanê, Qeter û Oman jî di hewldanên dîplomatîk de rolek navbeynkariyê di navbera Amerîkayê û Îranê de dilîzin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG