Breaking News

CENTCOM Îdîaya Îranê ku li Radereke Amerîkî li Behreynê Xistîye Derew Derdixe

Logoya CENTCOMê
Logoya CENTCOMê

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM ) îro Sêşemê ragihand ku îdîayên rejîma Îranê derbarê armancgirtina radareke Amerîkî li Behreynê derew in.

CENTOM'ê di daxuyanîyekê de li ser platforma X'ê got: "îdîayên pasdarên Îranê ku dronên wan serê sibeha Sêşemê li baregehek leşkerî ya Amerîkî li Behreynê li radarek leşkerî xistine, ne rast e."

CENTCOM da zanîn ku hemû dronên hatibûn şandin hatin têkbirin û tu ziyan negihîştiye alav û amûrên leşkerî yên Amerîkî.

"Herwiha, di encama vê bûyerê de tu leşker yan karmendên Amerîkî birîndar nebûne," CENTCOM'ê got.

Artêşa herwiha diyar kir hêzên CENTCOM'ê û hêzên hevkar piştre jî hişyarî û çavdêrîya xwe ya leşkerî domandine.

Hêjayî gotinê ye ku du rojan in, êrîşên Îranê yên li ser Behreynê dom dikin. Yekşemê jî Fermandarîya Giştî ya Hêzên Berevanîya Behreynê ragihandibû ku sîstema berevanîya esmanî hejmareke êrîşên esmanî yên Îranê, berî ku bigihîjin armancên xwe, têk birine.

Behreyn gotibû ku "Îran bi êrîşên xwe yên domdar ên dijminkarane berdewam dike û Behreynê dike armanc."

XS
SM
MD
LG